TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgeha Batmanê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir

Admin M
Nivîskar
📅 11 gulan 2022 01:50

PeyamaKurd – Parêzgeha Batmanê ragihand ku ji roja 10.05.2022 an heya roja 24.05.2022 an li seranserê bajêr temamê tevger û çalakî hatine qedexekirin û kirina çalakiyan girêdayê îzna parêzgehêye.

Li gor ragihandinê; tevgerên hatine qedexekirin; civîn, aheng, vekirina stendan, ragihandina çapemeniyê, belavkirina belavokan, vegirtina konan û tevgerên weka wan in.

Herkesê bixwaze çalakiyên weka van çalakiyan bike, divê ji parêzgehê îznê bistîne.

Parve bike: