Parêzgerê Hesekê bang li xwendekarên Zanîngeha Rojava kir
PeyamaKurd - Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed ji xwendekarên ku beriya niha navên xwe ji bo mufadeleya Zanîngeha Rojava qeyd kiribûn xwest ku nav û daxwazên xwe di mufadeleya ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî hatiye ragihandin de tomar bikin, xwendekar dê bi rêya lînka elektronî ya fermî ya wezaretê qeyd bikin.
Parêzger da zanîn ku divê xwendekar li gorî perespektîvên fermî tevbigerin, dê qebûlkirina xwendina di zanîngehê de û naskirina encamên mufretatê li gorî rêgezên girêdayî wezaretê pêk werin.
Parêzger destnîşan kir heta niha makanîzme û misogeriyên der barê çareserkirina rewşa xwendekarên ku nav û daxwazên xwe di çarçoveya derveyî pergala wezaretê de qeyd kirine, tune ye, bang li hemû xwendekaran kir ku rêkarên fermî bişopînin û parastina siberoja xwe ya zanistî bikin.