Kurdistan
Parêzgeriya bajarê Wanê 4 roj qedexe danî ser çalakiyan
PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Wan a bakûrê Kurdistanê ragihand ku 4 roj qedexe daniye ser kirina çalakiyên weka meş û yên di meydanên servekirî de.
Li Wanê 4 roj ragihandina çapemeniyê, rûniştin, kirina anketan, vegirtina konan û danîna stendan, kampanya îmzayan, belavkirina belavokan, broşur û tevgerên weka wan hatiye qedexe ye.