TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamena rejîma Sûriyê ji bo Komkujiya Ermenan deng dide

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2020 19:47

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya rejîma Sûriyê îro 13ê Sibatê ji bo itîrafê bi Komkujiya Ermenan a ku dema Osmaniyan pêk hatiye û Tirkiye vê yekê red dike, biçe ber dengdanê.

Rojnameya El-Weten a Sûriyê li ser zimanê sekreterê parlamentoya rejîma Sûriyê Ramî Salih ragihandiye, "Tê texmînkirin ku îro Meclisa Gel dengê xwe li ser itîrafkirina bi Komkujiya Ermenan ku desthilatên Osmaniyan pêk aniye, bide û diyar kir ku dîroka Osmaniyan tijî komkujiyên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyê ye, çi Ermen çi Suryan dibe."

Li gorî rojnameyê, dê meclis di rojevên xebatên xwe yên îro de rapora komîteya El-Sedaqa ya Parlamentoya Sûriyê ya Ermenî derbarê şermezarkirina kiryarên Komkujiya Ermenan û ji bilî wê ji pêkhateyên gelê Sûriyê yên ku desthilatên Osmaniyan ên Tirk di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de pêk anîne, pêşkêş bike.

Hat zanîn ku dê rapor ji parlamenê re bê pêşkêşkirin û piştre deriyê nîqaşan bê vekirin û dengdan çêbe.

Komkujiya Ermenan a destpêka sedsala 20an ji aliyê Osmaniyan ve ji aliyê gelek welatên Ewropî ve hatiye naskirin ku Ermenistan bixwe jî doza qerebûkirina wê komkujiyê ji Tirkiyê dike.

Parve bike: