TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamena Tirkiyê yasaya ‘girtin û dest danîna ser komeleyên sivîl’ pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2020 20:06

PeyamaKurd – Parlamena Tirkiyê bi dengên AKP-MHPê sererastkirina qanûna Komeleyan ku rê li ber girtina komeleyên sivîl û tayînkirina qeyûman bi ser wan de vedike pesend kir.

Guhertina Qanûna Komeleyên Sivîl di nav pêşniyarqanûna ‘Pêşîgirtina Fînansmana Çekên Konvansiyonel’ wekî turik ji aliyê deshilatdariya AKP-MHPê ve çû ber parlamena Tirkiyê û tevî hemû bertek û rexneyên opozîsyona Tirkiyê jî bi dengên herdu partiyan hat pesend kirin.

Hat ragihandin ku yasaya navborî li beramber 113 dengên na bi 254 dengên partiyên AKP-MHPê hat pesendkirin.

Ji bilî dijderketina partiyên opozîsyonê CHP, HDP û İYİ Partiyê, 600 komeleyên sivîl jî bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî wê qanûnê derketin ku dibêjin, mebesta wê nehiştina qada sivîl û mafê rêxistinbûnê ye. Komeleyan diyar kiriye ku ew yasa bi îmzeyekê rê li ber girtina komeleyên sivîl vedike û pêşiya azadiya rêxistinbûna sivîl digire.

Parve bike: