Kurdistan
Parlamentara HDPê bi 10 salên girtîgehê hat sizadan
PeyamaKurd – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirî Remzîye Tosûn, bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ bi deh sal sizayê girtîgehê hat sizadan.
Dadgeha 5emîna ya Cezayê Giran a Diyarbekirê, îro 11ê Îlonê di danişîna doza Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Remziye Tosûn de, biryara 10 sal sizayê girtîgehê da.
Hat ragihandin ku dadgehê bi hinceta ‘endambûna rêxistinê’ ew ceza li Tosûn birîye.