Kurdistan
Parlamentarê berê yê Mêrdînê Suleyman Bolunmez rastî êrîseke çekdarî hat
PeyamaKurd – Li Şirnexê Parlamenterê Berê yê AKPê Suleyman Bolunmez di êrîşeke çekdarî de birîndar bû.
Hat zanîn Suleyman Bolunmez dema serdana kargeha xwe ya kana madenê ya li Şirnexê dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.
Bolunmez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatiye veguhestin ku li gorî zanyariyan ji milê xwe birîndar bûye. Bolunmez piştî demekê ji nexweşxanê derket ku rewşa tenduristiya wî ne di metirsiyê de bû.
Derheqê êrîşkaran de ti agahiyeke piştrastkirî nehatiye, lê guman tê kirin ji aliyê PKKê ve ew êrîş hatibe kirin.
Suleyman Bolunmez bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û salên dirêj hem wek karsazekî hem jî wekî siyasetmedar di nav AKPê de kar kiriye.