TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentarê Kurd: Îbrahîm Reîsî ji sedî 70yê sozên xwe bicih neanîne

Admin H
Nivîskar
📅 15 tebax 2022 23:41

PeyamaKurd – Parlamentarê parêzgeha Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di Parlamentoya Îranê de, Celal Mehmûdzade, rexne li Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî girt û got, ji sedî 70yê soz û diruşmên xwe bicih neanîne.

Mehmûdzade ji Ajansa Karkeran  a nîvfermî ya Îranê (ILNA) re axivîye û gotiye, Reîsî dema helmeta hilbijartinan û nasandina kabîneya xwe gelek soz dane ku bicih werîne, lê heta niha ji sedî 70yê wan nehatine bicihkirin.

Celal Mehmûdzade bal kişandiye ser bihayiyê û xirabûna rewşa aborî li seranserê Îranê diyar kiriye ku sozên hatine dayîn bicih nehatine.

Herwiha Mehmûdzade daye zanîn ku navbera hikûmeta Reîsî û parlamentoyê nexweş e û her diçe hîn xirabtir dibe.

Parve bike: