TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamenterê berê yê HDPê bi biryara dadgehê hat girtin

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2021 21:43

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê ji HDPê Behcet Yildirim, piştî binçavkirina 9 rojan îro derket pêşberî dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn.

Parlamenterê berê yê HDPê Behcet Yildirim 3yê Mijdarê de, bi hinceta dozeke li ser 'endamtiya rêxistinê' di encama serdegirtina polisan a mala wî de hatibû binçavkirin.

Yildirim piştî binçavkirina xwe ya 9 rojan îro 11ê Mijdarê derket pêşberî dadgehê û dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina wî derxist.

Piştî biryarê Behcet Yildirim bo Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T ya Rihayê hat veguhestin. 

Parve bike: