TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro dicive

Admin L
Nivîskar
📅 02 hezîran 2022 14:58

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bi tevlîbûna Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî re dicive.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir, îro Pêncşemê 02.06.2022ê saet 12:00ê piştî nîvro, roja Pêncşemê 02.06.2022ê dest bi civînên xwe dike û wê çend pêşnûme û pêşniyar werin gotûbêjkirin.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî daye zanîn, di civînê de  wê “Rapora Komîteya Tenduristî, Jîngeh û Mafên Serfkaran wê di yek ji xalên rojeva civîna îro de bê nîqaşkirin.”

Herwiha hat ragihandin, di beşeke din a civînê de, parlamento wê deng li ser proje yasaya (Rêvebirina Av û Parastina Herêma Kurdistanê-Iraqê) bide. Xwendina yekem wê li ser proje yasayên jêrîn (proje yasaya erk û mafên xebatkarên tenduristiyê li Herêma Kurdistana Iraqê, proje yasaya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, proje yasaya Lijneya Akredîtasyonê Xwendina duwem ya van projeyan di babeta dawî ya rûniştina îro de, (proje yasaya cîbicîkirin û serrastkirina yasaya desteserkirina kelûpelên qaçax û qedexe bo pevguhertina bazarên navxwe ya bi hejmara (18) ya hejmara 76an) dê were kirin.

Parve bike: