TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Iraqê dengdana projeyasaya budçeyê bo êvarê bi pas xist

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2021 20:22

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, rûniştina taybet a dengdana li ser projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê ku biryar bû îro li saet 15:00 were lidarxistin, bi paş xist.

Fermangeha ragihandina Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, rûniştin ji bo demjimêr 19:00ê hatiye paşxistin.

Fermangeha ragihandina parlamentoyê sedema paşxistina rûniştinê jî wek berdewamkirina civînên kutleyên siyasî û nûnerên hikûmeta Iraqê eşkere kir.

Parve bike: