TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê ji bo kêmkirina bihayê benzîn û sotemeniyê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2021 03:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Parlamentoya Kurdistanê di nav hefteyê de li ser mijara giranbûna nirxê benzîn û sotemeniyê bicive.

Cîgira serokê lijneya çavkaniyên xwezayî û pîşesaziyê li Parlamentoya Kurdistanê Gulîzar Reşîd Sindî daye xuyakirin, roja 26ê Cotmehê li demjimêr 11:00 Parlamentoya Kurdistanê dê dicive û yek ji mijarên civînê pirsa benzîn û sotemeniyê ye ku ew dê pêşniyar û nêrînên xwe eşkere bikin.

Sindî gotiye, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û saziyên fermî mijûlê wê yekê ne ku tedbîrên hatina benzînê çareser bibin û giraniya nirxê niha li ser benzînê pêk hatiye bê kêm kirin.

Parve bike: