Kurdistan
Parlamentoya Kurdistanê ji sersalê pê ve dikeve betlana zivistanê
PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, biryar e roja 01.01.2021ê de têkeve betlana zivistanê û sê mehan di betlanê de bimîne.
Li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, di roja 01.01.2020ê de, dê Parlamento rûniştinên xwe rawestîne û bikeve betlana zivistanê.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di civîneke çapemeniyê de diyar kir: ‘‘Desteya Serokatiya Parlamentoyê, bi daxuyaniyekî em ê betlana zivistanê ragihînin.’’
Herwiha Hêmin Hewramî da zanîn, ligel wê yekê jî Parlamento dê hejmarek rûniştinên taybet pêk bîne di derbarê hin pirsgirêkên girîng, ku girêdayî jiyan û debara hemwelatiyan de.