TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementerê Agiriyê Ekrem Çelebi mizgîna xazê da Patnosiyan

Admin M
Nivîskar
📅 08 tebax 2021 02:03

PeyamaKurd – Parlementerê bajarê Agiriyê Ekrem Çelebi bo Patnosiyan mizgîna hatina xaza xwezayî da. Li gor ragihandina Çelebi heya meha 11an dê xebata çêkirina lûla xazê biqede û dê xelk karibe jê fêde bibîne.

Çelebi, li navçeya Patnosê çû ciyê ku lûleyên xazê tên bicîhkirin ku îhala wê ji aliyê BOTAŞ ê de hatibû kirin. Çelebi got ku xelkê Patnosê ji zûde ye li benda vê xebera xweş bû û weha got:

“ Em hatin dawiya pêvajoya anîna xetta xazê bo Patnosê. Wê şîrketa AKSA yê ya ku xazê belav dike, temamê xebata bingehîn di nêz de biqedîne. Em ê di bahara sala bê de xazê bidin xelkê xwe.”

Parve bike: