Parlementerê AKPê Salim Ensarioğlu bertekê nîşanî gotinên Rahmi Koç da
PeyamaKurd – Parlementerê AKPê Salim Ensarioğlu bertekê nîşanî gotinên Rahmi Koç yên di derbarê jina Kurd de dabû da û heqareta ku hezkiroxên sporvanên Bursasporê li Leyla Zana kiribûn bibîr xist. Ensarioğlu got:
“Ev zimanê bi jahrî û qure ku ji jor de li dinyayê dinêre, bi saleye di welatê me de bedelên zêde giran daye dayîn. Ew lêborîna ne ji dil jî belgeye ji bo kibra xwe û bêhediya xwe. Ev têgihîştina ku biratiya milletê me kiriye hedef, bi salan xetên me yên civakî kul kiriye û me gelek canan di berde daye û me salan wenda kiriye.
Ew kesên terefdarê Bursasporê yên maske dabûn ber rûyên xwe û yên xwe nizanin, li dijî Leyla Zana bê edebîye kirin, şaredarekî berê çend sal berê daxwuyaniya bê hedê xwe dabû û di hinek mijarên weha de, ew kes bila bizanibin ku em ê daîma li hemberê wê têgihîştina li dijî jina Kurd a bi şeref, ku zimanê xwe dirêjî jina Kurd dikin, rawestin. Li hemberê wê bêhediyê eger bêdeng bimînin, ortaxiya heman sûcê ye.
Ew kesên ku bi zimanê xwe êrîşê şerefa Kurda, heysiyeta jina û ew kesên ku yekîtiya milletê me dixin hedefê, bila heddê xwe bizanibin. Eger nizanibin wê li ber hûqûqê û raya giştî hesabê xwe bidin.”