TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementerên Kurd civîna parlementoyê terk kirin

Admin M
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2019 05:56

PeyamaKurd- Dengdana bo erêkirina qanûna hilbijartinê bi hinek sedeman hat paşdexistin bo roja duşemê. Li gor ragihandina nivîskî ya meclisê hinek xalên qanûn hatin qebûlkirin. Lê xalên din yên qanûn di nav parlementeran de bû sedema niqaşên siyasî. Ev jî bû sedema ku xalên din nehatin ber dengdanê.

Serokê parlementoyê Muhammed el-Halbusi, mijara dengdayînê hişt bo roja duşemê.

Li aliyê dinê parlementerên Kurd li dijî xala “ew kesên ku hemwelatiyên 2 dewletane, nikarin bibin namzed” derketin û terka parlementoyê kirin.

Parve bike: