Partiya DEMê îdiaya "teklîf ji Leyla Zana re birine" red kir
PeyamaKurd – Îdiaya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê teklîfî Leyla Zana kiriye, ji aliyê rayedarên wê partiyê ve hat redkirin.
Li gor nûçeya medyaya nêzîkî DEM Partiyê, berpirsên partiyê diyar kirin ku ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ti teklîf ji Leyla Zana re nehatiye kirin.
Ji duh ve îdiaya ku Partiya DEMê teklîf li siyasetmedar Leyla Zana kiriye, ketiye rojeva raya giştî.
Rayedarên partiyê diyar kirin ku ji bilî modela hilbijartinê ya lihevkirî ti gav nayên avêtin û diyar kirin ku ti pêşniyar ji Leyla Zana re nehatiye kirin.
Herwiha rayedaran diyar kirin ku wekî berê ji raya giştî re ragihandibûn, namzedên ku bên diyarkirin wê li gorî prensîbên hilbijartina seretayî û modela Mutabaqata Bajêr bên diyarkirin.