Partiya Komunîst: Dabeşkirina Kurdistanê nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Partiya Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şiyûî) îro 14ê Mijdarê bi armanca piştgiriya yekgirtiya Herêma Kurdistanê û redkirina dabeşkirinê, li bajar û bajarokên cuda yên herêmê kombûnên cemawerî pêk anîn.
Endamê Serkirdatiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Rêbaz Haşim di çalakiyê de gotareke nerazîbûnê xwend û bi navê Komîteya Navendî banga berxwedaneke şaristanî kir.
Di gotarê de hate tekezkirin ku armanca wan bidestxistina herêmeke yekgirtî, yekparçebûna saziyên fermî yên wekî parlamentoyê, hikûmetê, hêzên Pêşmerge, Asayîşê û sîstema darayî ye.
Partiya Komunîst her wiha bal kişand ser dabînkirina mafên civakî yên bingehîn ên wekî nan, kar, tenduristî û perwerdeyê û diyar kir ku çareseriya krîzên siyasî û aborî tenê bi diyalog û li ser maseya gotûbêjê pêkan e.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngava partiyê piştî banga wan a bi dirûşma "Em Herêmeke yekgirtî dixwazin" a di 12ê Mijdarê de hat avêtin.