TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê 2 kolberên din birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 28 îlon 2021 16:32

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera Newsûd a Kirmaşanê du kolber birîndar kirin.

Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, derengiya şeva borî pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de du kolber bi giranî birîndar bûn.

Ew kolberên ku birîndar bûne, xelkê bajarê Ciwanro ne û li nexweşxaneya bajarê Pawe hatine razandin.

Parve bike: