TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 05 mijdar 2020 17:06

PeyamaKurd - Pasdarên Îranê li deverên sînorî Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên Kurd birîndar kirin.

Li gor Malpera Mafê Mirovan ya Hengawê diyar kir, do pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd ya Kirmaşanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Sîna Keremî û xelkê bajarê Ciwanro bi giranî birîndar bû.

Pêr jî li devera Bane ya bajarê Sine, kolberekî Kurd di êrîşa pasdaran de bi giranî birîndar bû.

Navê wî kolberî jî Hîdayet Husênî (25 salî) û xelkê bajarê Serdeştê bû.

 

Parve bike: