Kurdistan
Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek birîndar kirin.
Pêr li zozana sînorî ya Dolebî li bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê gulebaranê de, kolberekî Kurd bi navê Yaqûb Gilêneyî birîndar bû.
Ew kolberê ku birîndar bûye, xelkê gundê Gilêne yê Serdeştê ye û tê gotin ku birîna wî kûr e.