PDK besdarî rûnistina îro ya Encûmena Nûneran nabe
PeyamaKurd – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûneran a Iraqê, beşdarî rûniştina îro ya Encûmena Nûneran a taybet ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê yê nû nabe.
Biryar e îro di saet 12:00an de, Encûmena Nûneran a Iraqê di çarçoveya hilbijartina Serokomarê Iraqê yê nû de, civînekê li dar bixe.
Li gor daxuyaniya Fraksiyona PDKê, ji bo berjewendiya giştî û bi armanca temamkirina şêwir û guftûgoyên di navbera aliyên siyasî de, ew beşdarî rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê nabe.
PDKê di daxuyaniyê de diyar kir, Dadgeha Federalî piştî nirxandina îdia û tohmetên ji sala 2016an ve, proseya hilbijartina namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokomariyê rawestand.
PDK 31 kursî di Encûmena Nûneran a Iraqê de bi dest xistiye. Beriya niha jî her yek ji fraksiyona Tevgera Sedir û Siyade jî, baykotkirina rûniştina îro ya Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandibû.
Ev rûniştina Encûmena Nûneran piştî ku roja 9ê meha borî rûniştina xwe ya yekem pêk anîbû û tê de Desteya Serokatiyê hilbijartibû tê.
Herwiha li gor destûrê, pêwîst e di hundurê mehekê de, namzetên posta Serokatiya Komar bên tomarkirin û Encûmena Nûneran deng li ser were dayîn.
Li gor çavdêran, eger e rêjeya yasayî ya rûniştina îro ya Encûmena Nûneran temam nabe û eger heye jî rûniştin bê paşxistin.