TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK dest bi gera hevdîtinên aliyên Kurdistanê dike

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2026 12:11

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hewldanê nehiştina xetimîna siyasî û asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê de, ku rasterast bandorê li ser jiyana welatiyan û tevgera bazarê dike amadekariyên xwe temam kirine û di vê hefteyê de civînên xwe yên li gel aliyên siyasî dide destkirin.

Çavkaniyekê ji Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere kiriye ku lîjneyeke taybet bo bicihanîna pêşengiya Serok Barzanî hatiye avakirin.

Hate diyarkirin ku di şanda PDKê de; Endamê Mekteba Siyasî Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya PDKê li Hewlêrê Piştîwan Sadiq û Endamê Mekteba Siyasî û Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemmed cî digrin.

Li ser dema destpêkirina gera danûstandinan, hate destnîşankirin ku piraniya aliyên siyasî û pêkhateyan pêşwaziya vê pêşengiyê kiriye û amadebûna xwe bo civînan nîşan daye.

Niha tenê çend aliyên kêm mane ku bersiva dawiyê nedane û PDK jî li benda bersiva wan e ji ber ku ew dixwaze hemû alî di vê pêvajoyê de beşdariyê bikin.

Hate diyarkirin ku ev civîn tenê bi çalakkirina parlamenê û avakirina hikûmetê ve sînordar nabin, armanca wan a mezintir pêkanîna lihevhatina nîştimanî û yekhelwestiya hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, tevî pêşwazîkirina li pêşxistina hevahengiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, daxwaz ji aliyan kiriye ku lezê di avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin, daku aramiya herêmê bê parastin.

Parve bike: