Kurdistan
PDK dixwaze Parlamentoya Kurdistanê bilez bicive
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz kir ku Parlamentoya Kurdistanê neasayî bicive û qanûna mûçeyan derxîne.
Koma PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî daxwax ji Serokatiya Parlamentoyê kir ku civîneke neasayî li dar bixe û yasaya li ser rastkirina meaşan derxîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew piştgiriya çaksaziyan dikin û ji bo zûtirîn dem ev mijar were çareserkirin divê parlamento bicive.