TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Hejmara Kurdan a li Kerkûkê tê kêmkirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2019 12:38

PeyamaKurd - Cîgirê Berpirsê  Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûk - Germiyanê Diyarî Hûsên ragihandi ku îdareya bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin hewil dide rêjeya kurdan li Kerkûkê kêm nîşan bide.

Diyarî Hûsên ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, rewşa Kerkûkê di warê emnî û xizmetguzarî de xirab e û sîmaya bajêr li Kerkûkê nemaye. Herwiha îdareya li ser Kerkûkê bi rijd li dijî kurdan kar dike bo ku kurd ji Kerkûkê derkevin û rêjeya kurdan li Kerkûkê kêm bibe.”

Hûsên bal kişand ser ku ji ber nebûna xizmetguzariyan rewşa xelkê xirab e û xelk kahrebeyê êdî di malên xwe da nabînin û bi rojane kahrebeya xelkê dihête qetkirin.

Parve bike: