PDK: Heke lihevkirin çênebe wê hilbijartin bên dubare kirin
PeyamaKurd - Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro di kongreyeke rojnamevanî de helwesta partiya xwe ya li ser pêvajoya siyasî, têkiliyên navxweyî û kêşeyên bi Bexdayê re eşkere kir. Mihemed hişyarî da ku heke aliyên siyasî negihîjin lihevkirinê, ew ê neçar bimînin ku hilbijartinan dubare bikin.
Mihemed diyar kir ku hemû pirsgirêkên bi hikûmeta federal re tenê bi rêya diyalog û guftûgoyê çareser dibin û nêrîna PDKê ya li ser vê mijarê zelal e.
Li gorî rênimayên Serok Mesûd Barzanî planeke pratîkî hatiye amadekirin û serdanên PDKê yên ji bo aliyên siyasî dê di çend rojên pêş de dest pê bikin.
Hat ragihandibû ku heta niha tu dîrokek ji bo civîna fermî ya di navbera PDK û YNKê de nehatiye diyarkirin.
Mihemed da zanîn ku wan piştgiriya destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamî kiriye û xwest ku hemû alî ji bo parastina destkeftên Kurdistanê xwe berpirsiyar bibînin.
Berdevkê PDKê tekez kir ku xelkê ji bo avakirina parlamen û hikûmetê deng daye; lê heke alî li ser daxwazên xwe hişk bin û rêya lihevkirinê girtî be, wekî bijardeya tenê ew ê herin ser sindoqan.