PDK: Hêzên di nav baregehên PDKê yên li Kerkûkê di rojên bê de derdikevin
PeyamaKurd – Endamê Serkirdatiya PDKê diyar kir, ew hêzên ku di nava baregehên PDKê yên li Kerkûkê de ne, di rojên bê de derdikevin.
Endamê Serkirdatiya PDKê Diyarî Husên diyar kiriye: “Piştî 16 Cotmeha 2017an, hêzeke mezin li Kerkûkê bi cih bû û piraniya wan li baregehên me bi cih bûn, ji ber ku kesine din navendên me nîşanî wan dan.”
Herwiha Diyarî Hûsên eşkere kiriye: “Wek çawa li Mexmûr û Mûsilê baregehên me tên valakirin, niha ew hêzên li Kerkûk û Xaneqînê li baregehên me bi cih bûne soz dane ji baregehên me derkevin.”
Herwiha Husên diyar kir, ew hêvî dikin ku beriya hilbijartinan baregehên wan bên valakirin û wiha got: “Em dixwazin di zûtirîn dem de vegerin baregehên xwe.”
Ji ber hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ku dê 10'ê Cotmehê bên kirin, PDK'ê baregehên xwe yên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekirin.