TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK li navenda polîtburoya xwe ya li Hewlêrê dicive

📅 29 adar 2019 18:08

PeyamaKurd - Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro înîyê (29.03.2019) li navenda polîtburoya xwe ya li Hewlêrê dicive.

Hate ragihandin ku şandeka Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro piştî nîvro li navenda polîtbiroya xwe ya li Hewlêrê dicive.

Şanda PDKê ji bo avakirina hikûmeteke nû duh roja pencşemê bi Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) re hevdîtinek pêk anîbû. PDK û YNKê roja yekşemê jî hatibûne cem hev û ji bo avakirina hikûmetê gotûbêj kiribûn.

Di daxuyanîyê da hatibû gotin ku di çarçoveya rêkeftina herdu alîyan a di 4ê adarê da, gotûbêjên berfireh hatine kirin û di wê civînê da gavên hevpeş hatibûn avêtin û nêzîk e hikûmet were avakirin.

Ji alîyê din ve hêjayî gotinê ye ku biryar e îro piştî nivro Mekteba Sîyasîya YNKê jî li bajarê Hewlêrê li hev bivice.

Parve bike: