Kurdistan
PDK: Sibe her çi bibe jî wê parlamen bicive
PeyamaKurd – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ragihand ku civîna îro ya parlamenê bi daxwaza YNKê bo 24 saetan hatiye paşxistin û got, sibe her çi karvedanek bibe jî wê civîn were encamdan.
Umêd Xoşnav got: “Seroka Perlamenê dem û karnameya rûniştinê ji bo perlamentaran şandiye, ev jî hewldaneke baş e ku sibe fraksyona YNKê beşdanî rûniştinê dike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Seroka Parlamentoya Kurdistan Rawêz Fayîq ku ji pişka YNKê ye, bangewazî li hemû fraksiyonên parlamenê kir ku sibe li saet 11:00 ji bo rûniştina parlamentoyê amade bibin.