Kurdistan
PDK: Şoreşa Îlonê bingeha destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bi boneya 65emîn salvegera Şoreşa Îlonê daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku şoreşê bi pêşengiya Mela Mistefa Barzanî îradeya gelê Kurd guhert û qonaxeke nû da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şoreşa Îlonê mafên rewa yên Kurdan gihand asteke cîhanî û hikûmeta Iraqê neçar kir ku Peymana 11ê Adara 1970yê îmze bike.
Fraksiyona PDKê her wiha da xuyakirin ku damezrandina Parlamentoya Kurdistanê û qewareya siyasî û destûrî ya herêmê berhemên wê têkoşînê ne.
Di dawiya daxuyaniyê de peyman hat nûkirin ku ew ê pabendî rêbaza Barzaniyê Nemir bin, parastina yekrêziya malbata Kurd bikin û silav ji bo şehîdên azadiyê hatin şandin.