TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK û Goranê li hev kirin

PeyamaKurd
Edîtor
📅 17 sibat 2019 04:43

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê li hev civiyan.

Piştî civîna PDK û Goranê daxuyaniyek hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku civîn di atmosereke dostane de bi rêve çûye û herdû alî liser avakirina hikûmeteke nû rêkeftineke siyasî pesend kirine.

Rêkeftina PDKê û Tevgera Goranê liser van 4 xalên xwarê ye:

1 – PDK û Goran rêkeftina siyasî pesend dikin.

2- Goran beşdarî civîna 18ê 02. 2019an a Parlementoya Kurdistanê dibe.

3- Herdu alî liser avakirina hikûmeta nû gihiştine rêkeftinê.

4- Serkirdeyên herdu aliyan projeya rêketinê pesend dikin.

Parve bike: