PDK û YNK bi sandeke hevpar serdana Bexdayê dikin
PeyamaKurd - Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku ji bo rewşa Kerkûkê asayî û aram bibe û li wir rêveberîyeke sivîl were pêkînan, hewildanên pêwist dihên kirin.
Berdevkê Ofîs PDKê yê Kerkûkê Merîwan Celal di civîneke ronamevanîyê da ragihand ku Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) di warê avakirina hikûmetê da rêkkeftine û di heman demê da ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê jî hewil didin ku rêkeftinek pêk bihê.
Merîwan Celal destnîşan kir ku piştî ku di navbera PDK û YNKê da rêkeftin çêbû, herdu partî dê bi şandeke hevpar serdana Bexdayê bikin û got, “di vî warî da dê bi rayedarên hikûmeta Îraqê ra rêzehevdîtin werin pêkînan.”
Celal di berdewamîya axaftina xwe da got jî, dema ew dibên aramkirina rewşa Kerkûkê, qesda wan ew e ku Kerkûk car din bikeve destên kesên hilbijartî û hêzên emnî yên rewa li wir werin bicihkirin.