Kurdistan
PDK û YNK pistî remezanê civînekê pêk tînin
PeyamaKurd - Sekreterê polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî ragihand, piştî cejna Remezanê polîtburoyên PDK û YNKê dê bicivin.
Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî ji beşa kurdî ya Dengê Amerîka re ragihand, piştî cejna Remezanê polîtburoyên PDK û YNKê dicivin. Piştî wê civînê dê civîneka bilindtir were kirin.
'PDK û YNKê hev temam dikin'
Fazil Mîranî her wiha got, ne YNK dikare bê PDKê bi sûd û bi berhem be ne jî PDK dikare bê YNKê li Silêmaniyê hukumraniyê bike. Ji ber ku em û YNK hev temam dikin.
Mîranî anî ziman ku pêwîstiya Kurdistanê bi lihevhatineka siyasî ye û got, eger partiyên siyasî bi hev re bin miletê jî dê piştevaniya wan bike ji ber ku miletê me miletekî bi wefa û pak e.