PDK û YNK sibe ji bo parêzgarê Kerkûkê û avakirina hikûmetê dicivin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsa parêzgarê Kerkûkê gotûbêj bikin, sibe dicivin.
Li gor zanyariyan wê civîn li bajarê Silêmaniyê birêve biçe û şandên herdu aliyan avakirina hikûmetê gotûbêj bikin.Herwiha YNKê navên çend kesan dane PDKê bo parêzgariya Kerkûkê û wê li ser wan navan danûstandin bihêkirin.
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo rêkeftina aliyan û avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê biyar dan serdam Parlementoya Kurdistanê dirêj bibe û nekeve betlaneyê.
Hêjayî gotinê ye, zêdetir ji 7 mehan hilbijartin hatiye kirin aliyên siyasî bo hikûmetê li hevkirine lê belê ji ber nakokiya li ser posta parêzgariya Kerkûkê avakirina kabîneyê dereng dikeve.