TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK wê civînên xwe li Silêmaniyê dewam bike

Admin M
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2018 02:38

PeyamaKurd- Heyeta PDK ê sibê diçe bajarê Silêmaniyê da bi YNKê û Goran re hevdîtinan bike. Li gor ragihandina PDK ê, wê hevdîtin di derbarê avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê de be.

Goran berê bersivê da bû PDK ê ku wê karibe di hukumeta nû de bi PDK ê re cîh bigre. YNK bi PDKê re heya niha meşiyaye û wê hevdîtinan li ser damezrandina hukumeta nû li bajarê Silêmaniyê dewam bikin.

Di nava heyeta PDK ê de endamên mekteba siyasî Azad Berwarî, Mihemmed Mehmûd, ji endamên navendê Hêmin Hewramî û Firset Sofî hene.

Parve bike: