TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê bersiv da daxuyaniya Yekgirtûya Îslamî: Ne mantiqî û bê bingeh e!..

Admin H
Nivîskar
📅 23 nîsan 2020 18:11

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, bersiv da daxuyaniyeke fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ku deshilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dayîna mûçeyan ji dahata nediyar û veşartî bo karmendan tohmetbar kiribû.

 PDKê di daxuyaniya xwe de, ew daxuyanî wek derveyî mantiqê û bê bingeh pênase kir û got, “Em û xelkê Kurdistanê û hemû aliyek wê rastiyê dizanin ku çavkaniyên dahata herêma Kurdistanê çiye û çi nîne. Lê em nizanin dahata veşartî çawa ye û çiye. Ji ber wê jî em berê gotinên xwe didin fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya birêz. Pêwîste ew çavkaniyên ne diyar bo me û raya giştî aşkera bike.”

Daxuyaniya fraksiyona PDKê wiha ye:

Daxuyaniyek ji fraksiyona PDKê ve

Pewîste fraksiyona Yekgirtûya Îslamî çavkaniyên nediyar aşkera bike.

Di daxuyaniyekî ne mantiqî de û muzayedeya siyasî û bê bingeh a fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê de tê gotin desthilatdar ji dahata nediyar a veşartî ya herêma Kurdistanê ve mûçeyê fermanberan dabîn bike.

Em û xelkê Kurdistanê û hemû aliyek wê rastiyê dizanin ku çavkaniyên dahata herêma Kurdistanê çiye û çi nîne. Lê em nizanin dahata veşartî çawa ye û çiye. Ji ber wê jî em berê gotinên xwe didin fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya birêz. Pêwîste ew çavkaniyên ne diyar bo me û raya giştî aşkera bike.

Elbet rastî li gel civaka Kurdistanê diyarin û pêwîst nake di vê rewşa ku nayê xwestin ti aliyek û fraksiyonek ji bo xeyalên xwe yên siyasî rastiyan berevajî bike.

Xelkê Kurdistanê têr xwariye ji wan tiştên derveyî mantiqê û pêwîste rastbêj û aşkera bin em li gel wan.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê

23.04.2020

Parve bike: