PDKê biryara vegera Bexdayê da: Wê beşdarî rûniştinên Parlamentoyê bibe
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî demeke boykotê, biryara vegerê ya bo paytexta Iraqê Bexdayê da ku dê tevlî rûniştinên Parlamentoyê bibe.
Li gorî agahiyan, Fraksiyona PDKê ya di parlamentoya Iraqê de dê di hefteya bê de vegere ser karê xwe û bi awayekî fermî beşdarî rûniştinên parlamentoyê bibe.
Tê çaverêkirin, PDK di demeke nêzîk de daxuyaniyeke fermî belav bike û tê de sedemên vê biryarê û hûrguliyên vegera xwe ji raya giştî re eşkere bike.
Ev pêngav di demekê de tê ku li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî û yasayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, trafîka dîplomatîk û siyasî di asteke bilind de berdewam dike.
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, serdana Bexdayê kiribû û hevdîtinên asta bilind bi rayedarên Iraqê û hevpeymaniyên siyasî re li ser çareserkirina kêşeyên destûrî û darayî pêk anîbû.
Biryara PDKê piştî van hevdîtinan hat.