TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê pîrozbahî li namzedê Serokwezîrtiya Iraqê Elî Zeydî kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2026 18:46

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, îro 28ê Nîsanê bi peyamekê pîrozbahî li Elî Zeydî kir ku ji bo posta serokwezîrê Iraqa federal hatiye erkdarkirin.

Fraksiyona PDKê hêviya serkeftinê ji di birêvebirina erkên xwe û pêkanîna hikûmeta nû de ji wî re xwest û got: “Qonaxa niha pêdivî bi vegera ji bo destûrê û karkirina cidî heye daku rêya siyasî bê rastkirin, bi rengekî ku çareserkirina dosyayên hilawîstî misoger bike û zimanê hîkmetê di rûbirûbûna qebxwaziyan de nîşan bide.

Fraksiyona PDKê tekez kir: "Em li bendê ne ku qonaxeke nû ji hevahengiyeke berpirsyarane dest pê bike, ku bibe sedema çespandina hevpariyeke rastîn di birêvebirina dewletê de û dabînkirina daxwazên hemî nifşên gelê Iraqê ."

Hêjayî gotinê ye, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê ku kutleya herî mezin a parlamentoya Iraqê ye, doh 27ê Nîsanê Elî Zeydî bi fermî wekî namzedê xwe yê ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê diyar kiribû.

Parve bike: