PEN'a Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji malbata Cegerxwîn re sersaxî xwestin
PeyamaKurd - Navenda PEN'a Kurd ku endamê PEN'a Navneteweyî ye û Komeleya Wêjekarên Kurd ji malbata Cegerxwîn re sersaxî xwestin.
Navenda PEN'a Kurd ku endamê PEN'a Navneteweyî ye ji bo lawê Helbestkar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn li ser malpera xwe peyama sersaxiyê weşand. PEN'a Kurd di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: “Welatparêzê Hêja Keyo Cegerxwîn, li Swêdê, li bajarê Stokholmê ji ber Vîrusa Koronayê, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Em wek PENa Kurd sersaxiyê ji malbata wî û miletê Kurd re dixwazin, cihê wî cunnet be. Keyo Cegerxwîn endamê komele û federasyonên Kurdan bû û di xebatê kurdewarî de her tim cih digirt.
Keyo Cegerxwîn layê nivîskar û helbestvanê bi nav û deng Seydayê Cegerxwîn e. Seydayê Cegerxwîn jî pênc salê xwe yê dawî li Swêdê derbas kiribû û li bajarê Stockholmê koça dawî kiribû. Seydayê Cegerxwîn li dervî welêt jiyana xwe ji dest dabû lê anîn li Qamişlo, li hewşa wî veşartin û ew di nav xelkê welatê xwe de ye. Mixabin ji ber rewşa awarte ya Vîrusa Koronayê Keyo Cegerxwîn wek bavê xwe ne bi şens bû ku xwe bigihîne axa welatê xwe û ma li xerîbiyê. Em bi windakirina te pir xemgîn in, oxira te ya xêrê be."
Komeleya Wêjekarên Kurd, ji bo malbata lawê helbestkar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn ku ji ber nexweşiya Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye sersaxiyê xwest. Komeleye Wêjekarên Kurd, ji ber Keyo Cegerxwîn ê bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û sersaxî ji malbatê xwest. Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Bi vê talûkeya nexweşiya Vîrusa Korona ku li tevahiya dinyayê belav bûye, jiyana mirovahiyê ketiye bin xetereyeke mezin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talûkeyê her çiqas xebat hebin, lê pêşiya mirovên jiyana xwe ji dest didin nayê girtin. Her dewlet li gorî şerd û mercên jiyana civakî ya navxweyî li hember Vîrusa Koronayê tev digerin, şerd û mercan diguherin û zagonan derdixin.
Li Bakurê Kurdîstanê û li Tirkiyeyê jî her ku dihere kesên ku bi nexweşiya Vîrusa Koronayê dikeve zêdetir dibe û mirov jiyana xwe ji dest didin. Vê talûkeya hanê ji aliyê sîstema heyî ve bi aliyekî sist lê tê nerîn û jiyana mirovan bi erzanî digire dest. Di serî de jî şerd û mercên li girtîgehan her tiştî raçav dike. Em weke Komeleya Wêjekarên Kurd bi awayekî cidî li nexweşiya Vîrusa Korona dinêrin û bang li raya giştî dikin ku hem jiyana mirovên li derve ne û hem rewşa girtiyan demildest bigirin ber çavan. Jiyana mirovan ne ewqasî erzan e. Divê berî mirinek zêde çêdibe, bi awayekî lezgîn çareseriyek jê re bê dîtin û şerd û mercên li girtîgehan bên sererastkirin. Gelek helbestkar, nivîskar, siyasetmedar, akademisyen, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Bêyî cudatî bila hemû girtî bên berdan. Em weke Komeleya Wêjekarên Kurd, ji bo malbata lawê Helbestkarê navdar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn ku ji ber nexweşiya Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye sersaxiyê dixwazin û êşa malbatê parve dikin.”