TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pentagon: DAISê xwe birêxistin kir û dikare li 19 welatan êrîs bike

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2019 23:53

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku DAIŞê vekişîna hêzên Amerîkî û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, ji xwe re weke derfetekê dîtiye û careke din dest bi xwerêxistinê kiriye.

Pentagonê  li ser metirsiyên DAIŞê raporek belav kir û tê de got, DAIŞê vekişîna hêzên Amerîkî ji bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo xwe weke derfetekê dîtiye ku şaneyên xwe ji nû ve birêxistin bike û ew şiyana DAIŞê çêbûye ku êrîşî hinek herêman bike ku welatên rojavayî jî di navê de ne.

Nivîsîngeha Lêkolînan a Pentagonê di rapora xwe de bal kişand ser ku DAIŞê êrîşa Tirkiyê ya ser bakurê Sûriyê û kêmkirina hêzên Amerîkî li wê navçeyê, ji xwe re weke derfetekê dîtiye da ku xwe rêk bixe û bi vî awayî jî hêza encamdana êrîşan li derveyî Sûriyê bidest bixe.

Da raporê de hatiye gotin ku welatên rojavayî jî di bin gefa DAIŞê de ne ku ew rêxistin dikare bi rêya şaneyên xwe yên veşartî li 19 welatên cîhanê êrîşan bike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku kuştina serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bandoreke kêm li ser DAIŞê kiriye.

Parve bike: