TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pentagonê berevajî Trump got: Kurdan çek ji me wernegirtine

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2026 18:34

PeyamaKurd - Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "destdanîna Kurdan ser çekên xwepêşanderên Îranê" bêbingeh in.

Trump di daxuyaniyên xwe de Kurd bi "bêhêvîkirina Amerîkayê" û dizîna çekan tohmetbar kiribûn. Rayedarê leşkerî yê Amerîkî diyar kir ku wan ti rewşeke bi vî rengî neşopandiye.

Li gorî nûçeya Rûdawê çavkaniyên parastinê gotine, Amerîkayê tenê plana şandina çekan nirxandiye, lê ew çek ti carî ji baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn derneketine û negihîştine destê ti aliyekî.

Parve bike: