TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsengeha Balafirgeha Hewlêrê ji bo nexwesên Covid-19 tê amadekirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 nîsan 2020 19:37

PeyamaKurd – Qada Pêşengehê ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 de, ji bo pêşwazîkirina nexweşan tê amadekirin.

Hat zanîn ku qada Pêşengeha Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina nexweşên Covid-19 tê amadekirin.

Ji doh ve Herêma Kurdistanê piştî zêdebûna tûşbûyan û 41 kesên ku îro hatin tesbîtkirin, dest bi Plana C kiriye ku pêşî Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina nexweşan hatibû amadekirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryara qedexeya tund a çûnûhatinê ya dijî belavbûna vîrusa koronayê heta fermaneke din bo maweyeke nediyar berdewam dike.

Hejmara pêketiyên vîrusa korona li Herêma Kurdistanê gihîştiye 277 kesan, 3 kesan can daye û 88 kes jî baş bûne.

Parve bike: