TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmerge 65 kîlo TNT ya ku PKKê li ser rêya welatiyan çandibû ji nav bir

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2021 20:23

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêza Zêrevanî ya Pêşmergeyên Kurdistanê, 65 kîlo teqemeniya cûreya TNT ku PKKê li ser rêya Amêdî – Dêrelokê çandibû rakiriye û ji nav biriye.

Jêderekî ji hêza Pêşmergeyên Zêrevanî ji K24ê re gotiye: “Çekdarên PKKê TNT di rêya Amêdî – Dêrelokê de çandibû, tîmeke endezyarî ya Pêşmerge jî ew rakir û ji nav bir.”

Jêderê Pêşmerge destnîşan kir, “65 kîlo TNT bi awayekî kontrolkirî hatibû danîn.”

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî li wê deverê TNT û bombeyên vedayî yên PKKê li ser rêyên welatiyan çandibûn hatibûn dîtin.

Parve bike: