TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Pêşmerge şirîkê sereke yê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ye"

Admin L
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 10:21

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Sabah Numan, tekez kir ku hevrêziya bi hêzên Pêşmerge re gihîştiye "qonaxa xwe ya herî bilind a saziyî".

Di daxuyaniyekê de îro, Numan got, "Hevrêzî û hevkariya me bi hêzên Pêşmerge re gihîştiye qonaxa xwe ya herî bilind a saziyî."

Numan zêde kir ku ev hevrêzî bi şandina du lîwayên hevbeş hatiye tacîdarkirin.

Di civîneke çapemeniyê ya îro de, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Qeys Mehmedawî, diyar kir ku Pêşmerge hêzek fermî ye ku girêdayî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re, bi taybetî di şerê li dijî bermahiyên DAIŞê de li herêmên cûda, hevrêziyek domdar û xurt didomîne.

Parve bike: