TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmerge û artêsa Iraqê ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2020 12:57

PeyamaKurd - Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ragihand ku Pêşmerge û artêşa Iraqê derbarê tijekirina valahiya ewlehiya Kifriyê li hevkirine.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal daye xuyakirin ku Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo tijekirina valahiya emnî li Kifriyê rêkeftine û da zanîn, wê hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê sengerên hevbeş ên nû li Kifriyê deynin.

Lîwa Qareman Şêx Kemal destnîşan kir ku piştî bûyera 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna Pêşmergeyan ji herêmê valahiya emnî li herêmê çêbûye û ew hêvî dikin bi wê rêkeftinê rê li ber êrîş û metirsiya terorîstên DAIŞê bigirin.

Parve bike: