TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmergeyên Kurdistanê herêmeke berfireh ji DAISê paqij kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2021 23:16

PeyamaKurd - Navenda çapemeniya ya Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê operasyona hevbeş ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de daxuyanî da.

Wezareta Pêşmerge ragihand, Hêzên Pêşmerge li navçeya Kawerkewa – Dawê êrîş kirine ser hêzên rêxistina terorîst DAIŞê û navçeyeke berfireh paqij kirine.

Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, wek tolhildana wan êrîşên terorîstî yên dema DAIŞê kirine ser çeperên Pêşmerge û bûne sedema şehîd û birîndarbûna çend Pêşmergeyan ku ji wan jî Neqîb Piştîwan Qirnî, Hêmin Yehya, Îdrîs Behram û Muhsîn Hacî Husên şeva borî di operasyoneke taybet de, Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya hêzên taybet ên Hêzên Hevpeymanan li esman û erdê ve li navçeya Kawêrkewa – Dawê êrîş kirin ser terorîstên DAIŞê û navçeyeke berfireh ji wan paqij kirin.

Wezaretê eşkere kir, di encama wê êrîşê de hejmarek terorîstên DAIŞê hatine kuştin, çend binkeyên DAIŞê hatine wêran kirin ku li wan binkeyan planên kiryarên terorîstî dihate darijandin û hejmarek çek jî ketine destê Pêşmerge.

Navenda çapemeniya Wezareta Pêşmerge teqez kir, ew êrîş peyamek bû bo terorîstên DAIŞê, ku Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê, hemû demê amade ne û dest li ser çek in ji bo berevaniya niştimanê me Kurdistanê.

Parve bike: