Petrola Kurdistanê her diçe zêdetir dibe
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, miqdarê petrola ku ji Pêşxabûrê tê derxistin derket 35 hezar bermîlî.
Di daxuyaniya nivîskî ya şîrketa petrol û xazê ya Norwecê DNOyê de hat ragihandin ku li parêzgeha Duhokê li qada petrolê Pêşxabûrê hilberîna rojane ya 5 bîran derket 35 hezar warêlî û bi vî awayî Pêşxabûr li herêmê bû duyemîn qada mezin a petrolê.
Di daxuyaniyê de cih dan axaftina Serokê Lijneya Rêvebirinê ya DNOyê Bijan Mossavar Rahmani ku wiha dibêje, "Piştî qada petrolê Tawkê ku kargeriya wê di destê şîrketên navneteweyî yên petrolê yên ku li qada Kurdistanê fealiyetê dikin da ye, qada Pêşxabûrê bi 35 hezar warêl hilberîna rojane ket rêza duyemîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li qada petrolê Pêşxabûrê ji 3 bîrên pêşîn 15 hezar, ji bîra 4emîn ku hezîrana çûyî ket fealiyetê 12 hezar û herwiha ji bîra 5emîn jî 8 hezar warêl petrol tê derxistin.
Herwisa hat diyarkirin ku li qada petrolê Pêşxabûrê, xebatên kolana 2 bîrên nû yên neftê dewam dikin ku hilberîna li van bîran jî dê meha tebaxê dest pê bike.
Pêşxabûr ku navê wê yê din jî Fîşxabûr e, di nava sînorê navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Duhokê ye.
Li herêma stratejîk Pêşxabûrê, deriyekî nefermî jî heye ku li Kurdistana Sûriyeyê vedibe.