TR KU SO
FB X
Kurdistan

Peyama Serokwezîr Barzanî li ser Raperînê: Yekîtî serweta me ya herî mezin e

Admin L
Nivîskar
📅 05 adar 2026 11:29

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku yekîtî serweta me ya herî mezin e û tekez li ser pêwîstiya parastina destkeftiyên neteweyî kir.

Serokwezîr Barzanî îro bi boneya 35emîn salvegera Serhildana (Raperîn) a Adara 1991an a gelê Kurd peyamek weşand.

Di peyama xwe de, salvegera Raperînê li gelê Kurd, Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir û got, "Raperîn yek ji destkeftiyên herî bi rûmet ên gelê Kurd e. Bi saya têkoşîn û qurbanîdana gel, îro Herêma Kurdistanê xwedî statuyek û sazîyek fermî û rewa ye."

Herwiha tekez li ser pêwîstiya parastin û pêşvebirina van saziyan bi her awayî kir.

Di beşek din a peyama xwe de, Barzanî tekez kir ku yekîtîya gelê Kurd serweta wan a herî mezin û bihêz e û got:

"Çawa ku Raperîn bi saya yekîtîya gelê Kurd serkeftin û destkeftiyan bi dest xist, îro jî, ji bo pêşerojek çêtir, divê gelê me ji her demê bêtir destkeftiyên xwe yên neteweyî biparêze."

Parve bike: