TR KU SO
FB X
Kurdistan

Peyama Serok Barzanî ji bo Konferansa Cîhanî ya Partiyên Demokrat

Admin L
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2022 15:56

PeyamaKurdSerok Mesûd Barzanî ji bo konferansa salane ya partiyên demokratên cîhanê ku li Washingtonê tê lidarxistin peyamek şand.

Hat ragihandin, Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî Demokrat ên Ewropa û Cîhanê û Nûnerê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê Felah Hesen bi nûneratiya Serok Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Partiya Demokrat a Cîhanê bûye.

Hesen ku tê çaverêkirin peyama Serok Barzanî bigihîne beşdarên konferansê, spasiya vexwandina Serokê Partiya Demokrat a Cîhanê Stephen Harper ji bo konferansê kir.

Di Konferansa Cîhanî ya Partiyên Demokrat de ku 85 partiyên demokrat ji 70 welatan endam in, tê payîn ku serkirdeyên welatên wan û herwiha senator, siyasetmedar û endamên Kongreya Amerîkayê jî amade bin.

Tê çaverêkirin ku bi nûneratiya Serok Barzanî, Hesen di konferansê de gotûbêjan bike.

Parve bike: