Kurdistan
Pira Serokwezîrê Iraqê vekir ji aliyê xwepêsanderan ve hat daxistin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo vekirina çend projeyan, gihîşt parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo vekirina çend projeyan, îro 12.06.2021ê çû Zîqarê û pira li ser rêya lez (otoban) vekir.
Li gor çavkaniyeke ji çapemeniyê, piştî saetek ji ser vekirina wê pirê ji aliyê Kazimî ve, xwepêşanderan wek nerazîbûnek li hember cezanekirina kujerên xwepêşanderan, pir daxistin.
Heman çavkaniyê diyar kir, hêzên artêşê hewldan ku baweriyê bi xwepêşanderan bînin ku pirê danaxin.
Di vîdeoya ku di çapemeniyê de hate belav kirin de jî diyar dibe, xwepêşander karwanê otomobîlên serokwezîrê Iraqê didin ber keviran û naçar dikin bajar bicîh bihêle.